IKundgebungIIUnterzeichnerInnenIIAufruf unterstützenIIFlugblattI

IAufruf 2006 deutschI
´arabi PDFenglishfarsi PDFfrançaisivrit PDFkurdîtürkçe

Bi hev re li dijî roja El-Quds ya navnetewî

Bangek li dijî îslamiya dijwar û tîr, li dijî heqareta ku li ser cihûyan çê dibe, li dijî tehdîdkirina Îsraîl. Ji bo dîmoqrasiyê û parastina mafên mirovan li Îranê!

Di sala 1979 an de Ayetullah Xomeynî gazî kir, ku îna dawî ji meha Remezanê hersal bibe roja azadkirina Qudsê û qelandina Îsraîl ji dinyayê û ji bo vê armancê mirov derbikevin meşînan.

Ji wê demê ve ev roj, ya ku komara Îranê piştevaniya wê dike, heye, û li Tehranê bi sedhezaran ji bo vê rojê dimeşin û Hizbollah li Beyrûtê meşa leşkerî pêk tîne û her wiha li pir ciyan jî ev roj pêk tê. Îsal dê di 20 cotmehê (Oktober) de be. Li Berlînê, ciyê ku ev metîng di roja şemiyê, 21. cotmehê 2006 an de çê dibe, ew berpirsyar tozekê parolên xwe yên dijwar li dijî samîtiyê ji ber protestên vekirî, şist kirin û bi hindeke nermtir guhertin.

Serokê Îranê yê nû Ehmedînecad di roja El-Quds de bi dengekî bilind dûbare kir, ku pêwist e daxweziya Xomeynî ji bo qirkirin, qelandin û hilweşandina Îsraîl ji ruyê dinyayê pêk were. Ji hingî ve ew buye weke înkardarê Holokaustê di derheqa cihuyan de û buye egîd û betlê zemên di çavên îslamiyan û naziyan de li her deverî.

Em, mirovên emzeavêt, li gel ku baweriyên me li ser nexweşiya nava Îsraîl û Felestîniyan ji hev cuda ne, lê belê em li dijî her hêrîşekê ne, yaku armanca wê qirkirin û hilweşandina Îsraîle. Wekî din jî em li gel dîtina lihevhatineke anjî çareserkirineke bi şêweyê aştî û xweşî ne, yaku herdu aliyan qayîl dike û damezrandina du welatan pêk tîne. Rêcîma Îranê bi her şêweyî hewl dide xwe, ku lihevhatineke wisa peyda nebe. Ew ne bitenê bi dev gazî dike, ku pêwist e Îsra`îl hilweşe û ji ruyê dinyayê rabe, ew darayiya xwekuştinê li dijî Îsra`îl dide û rakêtan dide hizbollah. Rêcîma Îranê vê pirsgirêka Îsraîl û Felestîniyan bê şerm û heya ji bo berjewendiyên xwe birêve dibe û li ser pişta gelê felestînî. Armanca wê ew e, ku dîktatoriyeta xwe asê bike û mabûna xwe li ser sendeliyê hikimdariyê navnetewî berfireh bike. Em anti-sêmîtizimê bi guneh dikin û dahifdana rêcîma Îranê li dijî Îsraîlê radiwestin. Her wiha em li dijî perçiqandina mafên mirovan ne, yaku 27 salan bi destên rêcîma Îranê pêk tê. Em li dijî van tiştên jêrî ne:

* Îşkence û kujrandina bi hezaran ji mirovên berxwedanê, ji nav wan kujrandina Kurdan di xwaringeha Mikonos de li Berlînê û kuştina du girtiyan, yên xwe ji xwarinê birrî bûn.
* Xwarina mafên mirovan û bidarxistina Homosêksûêlan.
* Zordestiya li ser jinan, xwendkaran û yekîtiya xebatkaran û tevgera wan.
* Zilm û zoriya li ser gelên kêmketî, mîna Kurdên Îranê û Erebên Ehwazê.
* Tehqîba li ser olên kêmketî mîna ola Behayîyê.

Îran dîktoriyeke îslamî ye. Em piştevaniya hemû îraniyan dikin, yên ku dîmoqrasiyê û parastina mafên mirovan dixwazin û li gel gelên cîhanê bi rengekî aştî û wekhevî jiyana xwe derbas dikin.

Em li dijî hemû rengên zilma li ser mirovên misilman yan koçber in. Babet ne şerê çand û kelepûran e û ne li dijî Îslamê ye. Ev şerê li hemberî îslameitiya dijwar e. Roja El-Quds û îdiyolojiya îslamiya dijwar li dijî hemû mirovî di cîhanê de ye ûhw. li dijî me ye jî, çi li Îranê, çi li Afxanistanê, çi li Îsraîlê û çi di axa Felestîniyan de, çi di Tirkiyê de û çi li Berlînê.

Jiber vê yekê em gazî we dikin, ku hûn hemû di xwepeşandana 21. cotmehê de 2006 beşdar bibin û dengên xwe li dijî Roja El-Quds ya navnetewî bilind bikin û hêvîdar in, ku hûn piştevaniya vê gaziyê bikin.

Ji bo nûçên zêde: www.gegen-al-quds-tag.de
Têkilî ji bo piştevaniyê: info@gegen-al-quds-tag.de

The Berlin Alliance against the international Al Quds Day:

Schohreh Baddii, exiled Iranian
Arne Behrensen, Political Scientist, Berlin
Ahmet Dag, Kurdistan Consortium at the Free University of Berlin
Claudia Dantschke and Ali Yildirim, AYPA-TV
Aycan Demirel and Elif Kayi, Kreuzberg Initiative against Antisemitism
Gerlinde Gerber, Youth Forum of the German Israeli Society Berlin
Siamend Hajo, European Center for Kurdish Studies
Nikoline Hansen, Union of the Persecuted under the Naziregime Berlin
Meggie Jahn, German Israeli Society
Anetta Kahane, Amadeu Antonio Foundation
Coommittee for the Support of Political Prisoners in Iran, Berlin
Hamid Nowzari, Executiv Committee of the Association of Iranian Refugees in Berlin
Udo Wolter, Alliance against Antisemitism Berlin
Thomas Uwer, Association for Crisis Assistance and Development Co-operation

Maja Loeffler (Coordination)